Navenda Ragihandinê eşkere kir ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk vê sibehê berisva êrîşan dan û di encamê de pevçûnê 20 deqeyan dirêj kir.
QSD`ê diyar kir ku ev êrişên wiha dubareya rageşiyeke plankirî ne û dibin gef li ser aramî û ewlehiya herêmê.
Di dawiya daxuyaniyê de, Navenda Ragihandinê ya QSD`ê, destnîşan kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê berpirsyara vê reftarê ye û ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di vê demê de ji her demeke din zêdetir, amade ye mafê xwe yê bersivdayîna rewa li hember her êrîşekê bi kar bîne.