QSD'ê êrîşa Hêzên Hikûmeta Şamê ya li ser bendavê têk bir

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hewldana hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê ya ketina xaleke QSD’ê ya li gundewarên Bendava Tişrînê, hat têkbirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Komeke çekdar a hikûmeta Şamê vê sibehê hewl da bikeve xaleke hêzên wan ya li gundewarên Bendava Tişrînê de.

 

QSD'ê da zanîn ku Koma çekdar bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê, bi bombeyên destan êrîşî hêzên wan kir.

 

Hêzên QSD'ê bersiva êrîşê da û şer derket.

 

Di encamê de êrişkarek hat kuştin û yên din cenazeyê kuştiyê xwe li cihê şer hiştin û reviyan.

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)ê  tekez kir ku wan ji bo bersivdayîna gefan û têkbirina hewldanên ketina herêmê mafê parastina rewa bi kar anîne.

 

Her wiha piştrast kir ku ew ê parastina şêniyan û ewlehiya herêmê bidomînin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24