Lîderê CHP'ê Ozel têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û guhdarîkirina li Rêber Apo ya li Îmraliyê nirxandin kir.
Ozel li ser Îmraliyê got, "Eger meclîs wê tiştekî bi vî rengî bixe rojeva xwe bila bixe rojevê, em bibînin.
Piştre jî bên ji min bipirsin."
Ozel got, "Bila AKP destpêkê helwesta xwe diyar bike û Hejmara heyetê diyar bike.
Serokê meclîsê ji kîjan partiyê kê vedixwîne bila bike.
Bi şeytankirina CHP'ê re dema ku bê hesabê wan bila nedin pêş."
Ozel, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan rexne kir û got, "Erdogan bêyî dijmin nikare siyasetê bike."
Ozel di mijara girtiyê siyasî yê Kurd Selahattîn Demîrtaş de jî îtiraza Wezareta Edaletê ya li biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rexne kir û got, "Biryarên DMME'yê ji bo Tirkiyeyê diyarker in.''