Li Îranê li 5 kesên ji malbatekê cezayê darvekirinê hat birîn

Dewleta Îranê yek jê jin bi giştî 5 kesên ji heman malbatê ne, ji ber ku beşdarî xwepêşandanên li Îranê bûne, cezayên darvekirinê li wan birîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê li jinekê û endamên malbata wê ji ber ku beşdarî xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê bûbûn, cezayê darvekirinê li wan sepand.

Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî ragihand ku 26emîn Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, li Bîta Hîmetî û hevjînê wê Mihemed Reza Mecîdî, birayên wê Emîr Hîmetî, Bêhrûz Zemanî û Kuroş Zemanî Nejad, cezayê darvekirinê birî.

Ev her 5 girtî di xwepêşandanên dawîyê de hatibûn binçavkirin û bi tometa ‘têkdana ewlehiya neteweyî û propagandayê li dijî dewletê’ cezayê darvekirinê li wan hat birîn.

Her wiha biryara desteserkirina mal û milkên wan jî hate dayîn.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di biryarnameyê de ti belgeyeke yasayî û hûrgilî li ser tometên ku li wan hatine barkirin, nehatiye nîşandan.

Di bin êşkenceyê de îfade hat girtin

Hate diyarkirin ku girtî di dema lêpirsînê de ji bo wergirtina îtîrafên bi zorê, di bin zextên giran ên fîzîkî û derûnî de hatine hiştin.

Her wiha di tevahiya pêvajoya dadgehkirinê de ji mafê parêzerê serbixwe bêpar hatine hiştin.

Ev şêwazê dadgehkirinê wekî binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û yasayên navneteweyî tê pênasekirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 28ê Kanûna 2025an de, li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên girseyî dest pê kirin û nêzîkî 22 rojan berdewam kir.

Xwepêşandan, ji bo daxwaza mafên rewa yên gelan bûn, lê rejîma Îranê bi gulebaranê, girtin û derxistina cezayên giran bersiva daxwazên welatiyan da.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye