Di pêwendiyeke telefonî de Sudanî ji Pezeşkiyan re tekezî li ser pabendbûna xwe ya ewlehî û aramiya herêmê û gelê xwe kir.
Her wiha Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku ew amadeye ji bo bidawîkirina şer û vegera diyalogê û çareseriyên aştiyane.
Mihemed Şîa Sudanî tekez kir ku her çend hikûmeta Iraqê girîngiyê dide ewlehî û serweriya Îranê û rê nade ti alî an kesî ku axa Iraqê wekî baregehek ji bo êrîşên li ser Îranê bikar bînin.
Di heman demê de Sudanî êrîşên li ser axa Iraqê têne kirin weke binpêkirina serwerî û ewlehiya Iraqê binav kir û got:
"Ev yek nayê qebûlkirin û hewldanên Iraq ji bo bidawîanîna şer û vegera diyalogê dike, lawaz dike."
Ji roja yekem ya şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê ve Îraq rastî êrîşan tê, îro jî di danên êvarî de du êrişên hewayî li dijî baregeha Alaya 24 ya Tûgaya 59 ya Heşdî Şeebî ya li sînorê parêzgeha Nînovayê hate kirin.