Rojnameya Financial Times ragihand ku navendên leşkerî yên Amerîka li Bulgaristan û Qibrisê ji vê pilanê ne dur in.
Rojnameya Financial Times da zanîn, hêzên Îranê difikirin kablên fîber optîk ên di Tengava Hurmizê de hedef bigirin.
Nato: Hevpeymanî ji bo rûbirûbûna her êrîşekê amade ye
Di vê çarçoveyê de Karbidestekî NATOyê bersiva rapora Financial Times da û got, hevpeymanî amade ye bi her gefê re mijûl bibe.
Karbidestê NATOyê diyar kir ku wê NATO her tiştê pêwîst bike da hemî welatên endam biparêze.
Karbidest ev yek jî anî ziman:
"Îsal her kesî dît dema ku berevaniya hewayî ya NATOyê di çar bûyerên cuda de bi serkeftî mûşekên balîstîk ên ji Îranê ber bi Tirkiyê ve diçûn asteng kirin.
Astengkirin û parastina me di rewşeke bihêz û bibandor de ne."