Trump danûstandinên bi îranê re hatin rawestandin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump danûstandinên bi dewleta Îranê re rawestandin. Trump daxuyand ku Tengava Hurmizê vekirî ye û tevger bi rengekî asayî berdewam dike. Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî, daxuyaniyeke dijber da û eşkere kir ku Tengava Hurmizê girtî ye û nayê vekirin heta ku Amerîka sozên xwe yên di peymana lihvkirinê de pêk bîne. Her wiha endamekî parlamentoya Îranê jî got, ew dûr naxin ku Serokê Amerîkayê êrîşeke nuklerî li ser Îranê pêk bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Alozî û gefên jinûvedestpêkirina şer, di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin.

Berpirsên Amerîkî eşkere kirin ku Donald Trump ferman daye tîma xwe ya danûstandinan ku danûstandinên bi Îranê re ji bo demekê rawestînin.

Li gorî CNN`ê, berpirsan diyar kiriye ku Donald Trump hîn jî ji redkirina Îranê ya pêkanîna daxwazên wî nerazî ye.

Her wiha der barê heman mijarê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemê dabû zanîn ku di dema niha de, ti danûstandin bi dewleta Îranê re tune ne û ne jî planên pêkanîna danûstandinan hene.

Der barê Tengava Hurmizê de jî, Trump li ser Truth Social nivîsand ku Tengava Hurmizê vekirî ye û tevger bi awayekî asayî berdewam dike.

Qalîbaf: Tengava Hurmizê nayê vekirin heta ku Amerîka sozên xwe bi cih bîne 

Lê daxuyaniya Serokê parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, li dijî rastiya vê yekê derdikeve.

Mihemed Baqir Qalîbaf bi rêya televiziyona fermî ya Îranî ragihand ku "Tengava Hurmizê nayê vekirin heya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sozên xwe yên di lihevkirina demkî ya navbera wan de bi cih bîne.

Hin ji sozên ku Qalîbaf daxwaza pêkanîna wan ji Amerîkayê dike, rakirina dorpêşa deriyayî, berdana pereyên cemdandî yên Îranê, rakirina cezayan ji ser nifta Îranî û bi dawîanîna gef û oprasiyayonan li hemû eniya ne.

Sêşemê 6 keştî karîbûn di Tengava  Humizê re darbas bibûna 

Ajansa Îranî Tesnîmê belav kir ku daneyên ku roja çarşemê hatine weşandin, nîşan didin ku trafîka keştiyan di Tengava Hurmizê re kêm bûye.

Li gorî daneyên kampaniyaya Kplerê jî, roja sêşemê tenê 6 keştîyên barhilgir ji tengavê derbas bûn.

Ev yek jî li gorî roja beriya wê an go duşemê kêmtire.

Daneya eşkere kir ku roja duşemê 9 keştî dikarîbûn di tengavê re derbas bibin.

Ev dane jî daxuyaniya Trumpa ya dibêje tevgera tengavê normal berdewam dike, red dike.

"Peymana têgihîştinê xizmeta berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê kir"

Di heman çarçoveyê de, Rojnameya Kayhan, ku di bin çavdêriya nûnerê Rêberê Bilind ê Îranê de weşanê dike, rexne li peymana têgihîştinê ya di navbera Îsran û Amerîkayê de kir û wiha belav kir:

“Encama vê peymana ku jê re peymana Têgihîştinê tê gotin ew bû ku berjewendiyên Amerîkayê ewle bike, ji bo Îsraîlê dem bikire û zirarê bide Îranê."

Her wiha di rojnameyê de hate nivîsandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştî ku beşek ji dabînkirina enerjiyê ya Îranê ji Tengava Hurmuzê derbas bû, pabendbûnên xwe paşguh kirin û bi êrîşa li ser başûrê Îranê, peymana têgihîştinê bi pratîkî bêwate kir.

"Ne dûr e Trump êrîşeke Nuklerî li ser Îranê pêk bîne"

Endamê Perlamantoya Îranê Feda Huseyîn Malikî jî, ku di heman demê de endamê komîteya ewlekariyê ye, got ku ew dûr naxin ku Serokê Amaerkayê êrîşeke nukleerî li ser Îranê pêk bîne û wiha anxivî:

"Dewletên Yekbûyî çi cure çekê bikar bîne, Îran dê li gorî wê cureyê çekê bersivê bide."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye