Piştî karesata şewatê li Cezayirê daxwaza cezayê darvekirinê: Serokkomarê Cezayirê ket tevgerê

Serokkomarê Cezayirê Ebdulmecîd Tebbun, piştî şewatên mezin ên daristanan ku li bakur û rojhilatê welat bûn sedema mirina herî kêm 12 kesan, ferman da ku ji bo kesên bi zanebûn agir berdidin daristanan cezayê darvekirinê ji nû ve bikeve meryetê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêmên Bicaye, Jijel û Tîzî-Uzu yên Cezayirê ji ber germahiya zêde û bayê gur şewatên mezin derketiin û di encamê de karesateke mirovî pêk hat. Wezîrê Tenduristiyê Muhamed Seddik Ayt Mesuden diyar kir ku hejmara qurbaniyan "gelek giran" e û heta niha herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştî vê karesatê li seranserê welat sê roj şîna neteweyî hate ragihandin.

Ji ber vê yekê Serokkomarê Cezayirê Ebdulmecîd Tebbun ket tevgerê û ragihand ku ew ê cezayê darvekirinê ji bo sûcên şewitandina bi zanebûn ji nû ve bixin meriyetê. Tebbun ferman da Wezîrê Edaletê ku guherînên pêwîst di Qanûna Ceza de amade bike û heta 15'ê Îlonê pêşkêşî hikûmetê bike da ku di parlamentê de bi lez bê gotûbêjkirin. Hat destnîşankirin ku ev ceza wê tenê piştî bidawîbûna hemû rêyên mafên îtirazê bê sepandin.

Li aliyê din, rayedaran ragihand ku gelek kesên ku gumana têkiliya wan bi derxistina van şewatan re heye hatine binçavkirin. Serokkomar Tebbun da xuyakirin ku dewlet wê hemû zirar û ziyanên welatiyên ku mal, sewal an zeviyên xwe winda kirine, bi temamî dabîn bike. Tîmên Parastina Sivîl a Cezayirê bi hemû derfetên xwe vemirandina agirê li herêman didomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye