Aloziya leşkerî û siyasî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de di asteke metirsîdar de berdewam dike. Piştî bûyerên dawî yên li nêzî Tengava Hurmizê û êrîşên dualî, rêveberiya Washingtonê biryar girt ku zextên xwe yên aborî li ser Tehranê tundtir bike.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di daxuyaniya xwe ya dawî de destnîşan kir ku polîtîkaya wan a li hemberî Îranê êdî wekî "zexta herî zêde" tê meşandin. Bessent eşkere kir ku planek wan a nû heye û li gorî vê planê, Amerîka dê her hefte cezayên nû yên aborî û darayî li ser saziyên Îranê ferz bike daku çavkaniyên darayî yên Tehranê ziwa bike.
Ev pêngava aborî piştî bersivên leşkerî yên li qadê tê. Hêzên navendî yên Amerîkayê ragihandibûn ku wan li nêzî Tengava Hurmizê du platformên moşekan ên Îranê îmha kirine. Di bersivê de, Îranê jî bi moşekên balîstîk êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdunê kiribû.
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev daxuyaniya Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê nîşan dide ku şerê aborî dê di serdema pêş de bandorek hîn girantir li ser aboriya Îranê bike û egera lihevkirineke dîplomatîk di navbera her du welatan de hîn lawaztir dike.