Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokên Nevidovka û Chornoe yên bakurê rojhilatê Xarkîvê ya Ûkraynayê kontrol kirine.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, bi armanca kontrolkirina bajarokên Mykolaivka û Varvarovkayê şer dewam dike.
Wezaretê daxuyand ku ‘‘hêzên Rûsyayê li bakurê rojava û rojavayê bajarê Dobropolje yê Donetskê pêşve çûne û di 24 saetên dawîn de 31 avahî rizgar kirine.‘‘
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li 145 cihan binesaziya veguhastinê ya hêzên Ukraynayê, kargehên çêkirina dronan û depoyên wan, xalên demkî yên bicîhbûna hêzên Ûkraynayê, bendera Îsmaîl a li başûrê Ûkraynayê û du keştiyên artêşê dema ber bi bendera Odessa ve diçûn hatine hedefkirin.
Wezaretê da zanîn ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di 24 saetên dawîn de 4 mûşekên "Flamingo" û 342 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.