Vê sibehê di nava qada ragihandinê de, nûçeyek derket û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kesayetiyeke payebilind ku endamekî rêjîma Baisê bû, girt.
Paşê Ajansa SANA ya Sûriyê rastiya vê belav kir.
SANA'yê diyar kir ku Dezgeha Îstixbara Giştî Elî Kiyalî ku bi nasnav Mîrac Ural tê naskirin, girt.
Li gorî çavkaniyê, ev kes li ser sînorê Sûriye-Libnanê, dema ku dixwest sînor derbas bike, hat girtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Elî Kiyalî li herêma Museliyê ya Libnanê hatiye girtin.
4`ê vê mehê jî, Wezareta Karên Hundirîn a Sûriyê ragihandibû ku wan Alîkarê Ural, Cemal Terablusî girtin.
Mîrac Ural kî ye?
Ev kesê ku hatiye girtin kî ye, em bi hev re nas bikin.
Elî Kiyalî li Lîwa Îskenderonê di nava malbateke Elewî-Tirkî de ji dayik bûye.
Di dehsala 70'yî de, tev li çalakiyên rêxistinên çepgir ên çekdar bûbû û şerê Tirkiyê dikir.
Paşê, Tikiyê wî digire û sizaya girtinê lê dibire.
Paşê, ji zindanên Tirkiyê direve û cihek ji xwe re li gel Serokê Rêjîma Baisê Hafiz Esed peyda kir.
Bi vê re, dibe berpirsekî payebilind di nava hikûmeta rêjîma Baasê de.
Di salên şoreşa Sûriyê de, Kiyalî komek çekdar ji bo parastina Elewiyên Sûriyê ava kir û li rex hêzên Baisê, şerê rikeberiya Sûriyê kir.
Li gorî SANA'yê, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Elî Kiyalî bi komkujiya Beydayê, Reis Nebi'i û teqînên Rîhaniyê ya li Tirkiyê tewambar kir.