Li herêmê xebatên entegrekirina qada perwerdeyê didomin

Di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, xebatên entegrasyonê didomin. Herî dawiyê jî wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Hikûmeta Veguhêz Merwan Helebî û şandeya wî serdana Zanîngeha Rojava kirin. Di wê serdanê de birêveçûna qonaxa perwerdeyê hat gotûbêjkirin. Beriya du rojan jî Rêvebirên herêma Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê hatin erkdarkirin. Şandeyek ji Rêveberiya Kar û Barên Siyasî ya Parêzgeha Hesekê pîrozbahî li rêvebera herêma Qamişloyê Cîhan Hesam kir. Cîhan Hesam di 21‘ê tîrmehê de wekî rêvebera herêma Qamişloyê hat erekdarkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di 29'ê çileyê de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de peymanek hat îmzekirin.

Di çareçoveya vê peymanê de, hemû saziyên Rêveberiya Xwerser dê tev li Hikûmeta Sûriyê bibin.

Di qada perwerdeyê de jî, hemû mamosteyên rêveberiyê tev li Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikûmeta Veguhêz bibin.

Beriya demekê jî, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bawernameyên Rêveberiya Xweser bi fermî nas kirin.

Hevdemî vê, Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî got ku wê li herêmê minhacên Rêveberiya Xweser heta 2 salên din jî werin dayîn.

Zanîngeha Rojava şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

Duh jî şandeyeke Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Veguhêz serdana Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê kirin.

Şande bi serokatiya wezîrê wê Dr. Merwan Helebî û parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bû.

Şande ji hêla nûnerên ji rêveberiya zanîngehê, gerînendetiya Qamişloyê Cîhan Hesam û berpirsê Komîteya Entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser Hesen Şero ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de rewşa perwerdeyê hat nîqaşkirin

Li avahiya zanîngehê di navbera her du aliyan de hevdîtinek 2 seatan pêk hat.

Li gorî parêzgarê Hesekê, di hevdîtinê de xalên têkildarî rewşa perwerdeya bilind li parêzgeha Hesekê, astengî, pêdiviyên wê û rêyên ji bo pêşxistina wê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha mekanîzmaya pêkanîna pêvajoya entegreyê, temamkirina rêkarên qanûnî û rêveberî jî hatin gotûbêjkirin.

Di hemû aliyan de xebatên entegrasyonê didomin.

Beriya du rojan jî Rêvebirên herêma Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê hatin erkdarkirin.

Cîhan Seîd Hesam bi awayekî fermî weke rêvebera herêma Qamişlo dest bi karê xwe kir.

Di heman demê de jî Şêro Mihemed Şero wek rêveberê Dêrikê û Xalid Îbrahîm Salih weke rêveberê Çilaxa bi awayekî fermî dest bi karê xwe kirin.

Rêveberiya kar û barên siyasî rêvebera herêma qamişloyê pîroz kir

Duh jî şandeyek ji Rêveberiya Kar û Barên Siyasî ya parêzgeha Hesekê bi serokatiya Ebas Hisên serdana bajarê Qamişloyê kir.

Şande ji bo pîrozbahiyê li rêvebera nû ya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam bike û dosyayên îdarî û entegrasyonê nîqaş bikin, ev serdan pêk anî.

Şande ji aliyê Cîhan Hesam û hejmarek berprisên din ên herêmê ve hati pêşwawzîkirin, pîrozbahî li Cîhan Hesam kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye