Peymana Lozanê: Koka qeyrana sed salan e

Îro 24'ê tîrmehê, salvegera 103'yan a Peymana Lozanê ye, Peymana Lozanê ya 1923'yan mafên bingehîn ên Kurdan tune hesibandin û naveroka peymana Sêverê pûç kir û rê li ber avakirina Kurdistanê girt. Peymana Lozanê sed sal berê nexşeya herêmê ye li ser rastiya civakî, li ser tunehesibandina Kurdan ava kir.

reset font size increase font size

103 sal berê, di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li Lozanê perçebûna Kurdistanê li ser maseyê ye. 

Dema ku Peymana Lozanê hat îmzekirin, nexşeya nû ya Rojhilata Navîn, li ser tunehesibandina neteweya Kurd hat avakirin.

Peymana Lozanê tenê sînorên dewletan diyar nekir; rasterast Kurdan ber bi parçebûnê ve bir.

Ev perçebûn jî Tirkiyê, Îraq, Sûriye û Îranê bir ber bi bêîstîkrarî û krîzên kûr û şer û pevçûnên mezin ve bir.

Beriya Lozanê, di Peymana Sevrê ya 10’ê tebaxa 1920’an de (di maddeyên 62, 63 û 64’an de) ji bo Kurdan mafê xweseriyê û piştre jî mafê serxwebûnê hatibû nivîsandin.

Lê belê di muzakereyên Lozanê de berjewendiyên emperyalîst ên dewletên rojavayî û polîtîkaya pragmatîk a Enqereyê bûn yek.

Ji aliyekî ve, şandeya Enqereyê ya bi serokatiya Îsmet Înonu di civînên Lozanê de li hember dewletên Ewropayê bi berdewamî digot:

"Em ne tenê nûnertiya Tirkan dikin, em nûnertiya Tirk û Kurdan dikin ku ev pêkhate xwediyên eslî yên vê xakê ne."

Ji aliyê din ve jî, dewletên mîna Brîtanya ji bo ewlehiya sînorên nû yên petrolê (Mûsil-Kerkûk) û parastina berjewendiyên xwe yên mêtinger, bi dilxweşî ev nîşandana “nûnertiya hevpar” pejirandin.

Bi vê lihevkirina dualî mafên Kurdan ên di Sevrê de, bûn qurbana bazar û berjewendiyan.

Piştî ku peyman hat îmzekirin jî, dewletên rojavayî berjewendiyên xwe yên bazirganî û dîplomatîk parastin, û dewleta nû hat avakirin.

Tirkiyê jî hemû sozên “nûnertiya hevpar” piştguh kir; li şûna wê sîstemeke hişk a yekparêz û navendparêz ava kirin.

Sîstema kêmneteweyan û înkara Kurdan

Yek ji xalên herî krîtîk ên Peymana Lozanê beşa “Parastina Kêmneteweyan” (Maddeyên 37-45) bû.

Di dîplomasiya Ewropayê ya wê demê de, têgiha “kêmnetewe” ne li ser bingeha etnîkî ye, li ser bingeha olî hatibû çêkirin.

Enqereyê ev yek wekî derfeteke hiqûqî bi kar anî: Tenê civakên ecnebî (mîna Ermenî, Rum û Cihûyan) wekî kêmnetewe hatin hesibandin.

Ji ber ku Kurd misilman bûn, neketin nav vê statûya parastinê û wekî “hêmana eslî” hatin binavkirin.

Lê ev binavkirin ne ji bo danîna mafan, ji bo bêstatûhiştina Kurdan hat bikaranîn.

Tevî ku di Madeya 39’an a Lozanê de dihat gotin ku “Tu welatiyê Tirkiyeyê divê di warê bikaranîna zimanê xwe de neyê astengkirin”, ev made tu carî neket meriyetê.

Piştî makeqanûna 1924’an, zimanê Kurdî di hemû qadên giştî, perwerde û dadgehan de hat qedexekirin û polîtîkayên asîmîlasyonê bûn bingeha sîstem û hiqûqa nû.

Mîrasa sedsalî ya wêrankar pevçûn û bêîstîkrarî belavî çar dewletan kir

Peymana Lozanê ji bo dewleta Tirkiyê bû zemînek ku sîstema xwe ya yekparêz li ser ava bike.

Dewleta Tirkiyê berjewendiyên jeopolîtîk ên hêzên Rojavayî bi kar anî, sozên “nûnertiya hevpar” ên ku dabûn Kurdan bi temamî binpê kir û mîraseke giran a înkarê ji vê yekê afirand.

Ev sîstema ku li ser navendparêziyê hat sazkirin, di makeqanûnên 1924,1961 û 1982’yan de ket meriyetê.

Dewletê bi rêya makeqanûna 1924’an zimanê Kurdî di qada giştî de qedexe kir. 

Polîtîkaya asîmîlasyonê kir stratejiya fermî; bi ya 1961’ê re daxwazên nasnameyî mîna “gef û xeterê” dît û bi ya 1982’yan jî ev zext û zordarî gihand lûtkeyê.

Vê siyaseta sedsalî ya dewletê ku cudahiyên civakî mîna dijmin dîdît, Tirkiyê xist nav xeleka pevçûn û şeran.

Siyaseta sed sal berê ya li Lozanê, pevçûn û bêîstîkrarî belavî çar dewletan kir.

Dabeşkirina herêmê û siyasetên înkarê yên li Amed, Hewlêr, Qamişlo û Mehabadê nîşan dan ku krîza Kurdan ne meseleyeke navxweyî ya yek dewletî ye, di heman demê de hîmê îstîkrara herêmî bi xwe ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye