Hizbulahê îdea kir ku keştiyeke şer a Îsraîlê hedef girtiye

Hizbulahê îdea kir ku wê li peravên Libnanê êrîş biriye ser keştiyek şer a Îsraîlê. Îsraîlê ev îdea red kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hizbulahê, îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li beramberî peravên Libnanê keştiyeke şer a Îsraîlê kiriye hedef.

 

Hizbulahê, îdea kir ku piştî şopandina bi saetan, keştiya şer a Îsraîlê berbanga îro bi mûşekan hat armanckirin.

 

Di daxuyaniya Hizbulahê de, hate îdeakirin ku keştiya şer a Îsraîlê amadekariyên pêkanîna êrîşên li ser Libnanê dikir.

 

Her wiha da xuyakirin ku hedefkirina keştiyê di çarçoveya "parastina Libnanê û gelê wê" de pêk hat.

 

Çavkaniyeke di nava hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê de jî ji Radyoya Artêşa Îsraîlê re axivî û îdeayên hedefgirtina keştiyê derewandin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye