Ajansa medyayî ya Îsraîlî JFed, ragihand ku Qeterê ji rayedarên Amerîkî re ragihandiye ku ew amade ye ku rêberên payebilind ên Hamasê ji axa xwe derxîne.
Gaveke piştî ku rêxistina Hemasê red kir ku êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Qeterê şermezar bike, hatiye avêtin.
Li gorî raporê, Hamas ku bi salan e ofîsa wê ya siyasî li Dohayê ye, ji ber redkirina şermezarkirina armanckirina sivîlan, Hemasê ji aliyê rayedarên Qeterê ve rastî bertekeke neyînî hatiye.
Dohayê ev helwest wekî "xeta sor" hesibandiye û nirxandiye ku berdewamiya mêvandariya Hemasê dê biha be.
Rayedarên Îsraîlî vê pêşveçûnê, weke serkeftineke mezin dihesibînin
Ajansê JFed her wiha nivîsand ku eger ev biryar were bicihanîn, dê ji bo bicihkirina nû ya serokên Hamasê vebijark kêm bin.
Lubnan û Tirkiye di nav vebijarkên pêşniyarkirî de ne.
Lê her du welat jî di bin zextê de ne ku nebin cihê çalakiya nû ya komê.
Lubnan niha bi êrîşên Îsraîlê re rû bi rû ye.
Her wiha tê texmînkirin ku Tirkiye jî, ji encamên siyasî û aborî yên mêvandariyeke wisa bi fikar e.
Rayedarên Îsraîlî vê pêşveçûnê wekî serkeftineke dîplomatîk a mezin bi nav kirin.
Ji ber ku ev pevçûn dikare hebûna Hamasê li herêmê qels bike û zexta siyasî li ser alîgirên wê zêde bike.