Li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 12 kes hatin kuştin

Îsraîl operasyonên xwe yên bejahî li Xezeyê berfireh dike. Îro jî Nexweşxaneyên Xezeyê ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de, 12 kes hatine kuştin. Komîteyeke lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî jî, Îsraîl bi pêkanîna "jenosîdê" tewanbar kir. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres diyar kir ku Xeze rastî wêrankirinekê tê ku ji hêla exlaqî, siyasî û qanûnî ve, ev yek nayê qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîl bi armanca kontrolkirina bajarê Xezeyê ku keleha dawî a Hemasê ye operasyonên xwe yên bejahî berfireh dike. 

Bi berfirehbûna operasyonê û dijwariya şer re, bilançoya qurbaniyan jî girantir dibe. 

Nexweşxaneyên Xezeyê ragihandin ku ji serê sibê ve, di êrîşên Îsraîlê de 12 kes hatine kuştin.

Her wiha çavkaniyên bijîşkî ragihandin ku di encama êrîşên Îsraîlê de, ji duh sibê ve hejmara qurbaniyan, gihîştiye 108 kesan.

 

NY: Îsraîlê li Xezeyê "jenosîd" pêk aniye

 

Hemwextê berfirehbûna operasyona Bejahî, Komîteyeke lêkolînê ya navneteweyî ya serbixwe ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, Îsraîlê tawanbar kir ku di dema şerê 7'ê Cotmeha 2023'an de dest pê kiriye li Xezeyê "jenosîd" pêk aniye.

Ev cara yekem e ku komîteyek ji bo Xezayê pênaseya jenosîdê dike, lê Îsraîl jî, vê yekê red dike.

 

Katz: Em berdana hemî dîlgirtiyan û bêçekkirina Hemasê dixwazin

 

Wezîrê Parastinê Yisrael Katz di serdana xwe de ya Firqeya 162'yemîn li Xezeyê, got: "Em niha di qonaxek ceribandinê ya krîtîk de ne. Tekane tiştê ku em ji Hamasê dixwazin, berdana hemî dîlgirtiyan û bêçekkirina tevgerê ye û ew ê bi dilxwazî pêk neynin.”

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê îro ragihand ku rêya Kolana Selahedîn ji bajarê Xezayê ber bi başûr ve rêyeke derbasbûyî ya demkî vedike.

Tê texmînkirin ku nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Îsraîlî beşdarî operasyonê bibin û wê heta destpêka sala 2026'an bidome.

 

Guterres: Wêrankirina Xezeyê ji hêla exlaqî, siyasî û qanûnî ve nayê qebûlkirin

 

Têkildarî rewşa li herêmê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres diyar kir ku Xeze rastî wêrankirineke sîstematîk tê ku ji hêla exlaqî, siyasî û qanûnî ve nayê qebûlkirin.

António Guterres piştrast kir ku ew ê rewşa xirab a li Xezeyê û Şerîaya Rojava, ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî re ragihîne.

Guterres, bang li serokên cîhanê kir ku derfeta civîna New Yorkê ya hefteya borî bikar bînin da ku aştîyek dadmend li Rojhilata Navîn li ser bingeha çareseriyek du dewletan, pêk bînin.

 

Yekîtiya Ewropayê ferzkirina cezayan li Îsraîlê dinirxîne

 

Yekîtiya Ewropayê jî, ragihand ku ew ferzkirina cezayan li Îsraîlê dinirxîne ji bo ku şerê li Xezayê rawestîne û got: "Alozbûna krîza mirovî wê "mirinê, wêraniyê û koçberiyê" zêdetir bike."

Berpirsa siyaseta derve ya YE Kaya Kallas li ser hesabê xwe yê X'ê ragihand ku Komîseriya Ewropayê ji bo ku şerê li Xezeyê rawestîne û zextê li hikumeta Îsraîlê bike, wê tedbîrên nû pêşniyar bike.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24