Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku çend kesan bi motorsîkletê êrîşek li gundê Takoubatt a rojavayê Nîjerê kirin.
Ev êrîş di dema ku hêjmarek mirov di merasîmeke olî de bûn pêkhatiye û di encamê de, 22 kes hatine kuştin.
Çekdarên bi motorsîklet hatine 15 kes kuştin, piştî wê jî berê xwe dan gundên derdorê wê û 7 kes kuştin.
Çapemeniya xwecihî eşkere kir ku di encama êrîşan de, 22 mirovên bêguneh bi awayekî hovane hatin kuştin.
Li herêma Tondikiwindi, di vê dawiyê de, liv û tevgerên komên girêdayî El Qaîde û DAÎŞ`ê zêde bûne.
Di hefteya borî de jî, li herêma Ehrêmê nêzî 20 leşkerên Nîjerê hatibûn kuştin.