Di êrişa EMC'ê ya li Kolombiyayê de 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn

Li ser Çemê Nayayê yê li ser sînorê bajarê Buenaventurayê yê Kolombiyayê li dijî keştiyeke artêşê, di encama êrîşek dronên bombebarkirî de 3 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya artêşa Kolombiyayê, êriş ji hêla baskekî gerîlayên FARC’ê EMC ku peymana aştiyê ya sala 2016’an qebûl nekiribû ve hatiye kirin. 

Hate diyar kirin ku ji roja peymana aştiyê hatiye mohrkirin heta niha Kolombiya pêla tundiyê ya herî mezin dijî.

Serokê Dewletê Gustavo Petro, armanc dike ku şerê zêdetirî 60 sal in didome bi dawî bike û bi komên gerîlayan re mizakereyan dike. Lêbelê lîderê EMC’ê Iván Mordisco piştî hevdîtinên salekê domiyan, êdî tev li mizakereyan nebû.

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî dibêje: "Di demên dawî de bikaranîna dronên bombebarkirî zêde bûne û ev êriş rê li ber mirinan vedikin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24