Li 5 welatên Ewropayê agir bi dristanan ket

Li 5 welatên Ewropayê agir bi dristanan ket û pileyên germahiyê jî zêde bilind bûye û bi tenê li Spanyayê 6 hezar kes neçar man ji malên xwe birevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li hin deverên Îtalya, Fransa, Spanya, Portekîz û Balkanan ji ber germahiya zêde û şewata daristanan hişyariya xetereyên girîng ên tenduristiyê hatiye dayîn.

Servîsa meteorolojiyê ya Spanyayê (EMETE) got ku germahî dikare li Seville û Cordoba bigihîje 44°C.

Li Spanyayê, karmendekî navendeke siwariyê li Tres Cantos nêzîkî Madrîdê, ji ber ku şewatên li nêzî malan gur bûbû jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes jî neçar man ku birevin.

Li Îtalyayê jî, duh zarokek ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye