Asayîş: Daiş dixwaze xwe ji nû ve li Dêrazorê zindî bike

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê ragihand ku şaneyên DAIŞ`ê li Dêrazorê dixwazin rêxistinbûyîna xwe zindî bikin û ketine tevgerê. Her wiha şaneyên DAIŞ`ê ji rewşa tevlihev a Sûriyeyê sûd girtine û êrîşên xwe li Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê pêk tînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî ku Dêrazorê di sala 2019`an de xala herî dawî ya têkbirina DAIŞ`ê bû, lê niha DAIŞ li wir ketiye tevgerê û hewil dide aramiya herêmê têk bide.

Di derbarê vê rewşa niha ku li Dêrazorê diqewime de rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Hisên ji ajansa ANHAyê re hin agahî pave kir.

 

Li Dêrazorê şaneyên Daiş`ê dest bi êrîşan dikin

 

Hisên eşkere kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bê navber li dijî tevgera şaneyên DAIŞ’ê derdikevin û bi lez bersiva tevger û êrişên wan didin û wiha got:

''Heta niha miqdarek çek û cebilxaneyên wan hatine desteserkirin. Hejmarek şaneyên li Dêrazorê hatine girtin.''

 

Berpirsekî Asayişê li Dêrazorê rewşa dawî şîrove dike

 

Hisên da zanîn ku şaneyên DAIŞ’ê ji rewşa giştî ya li Sûriyeyê sûd wergirtine û tevgera xwe zêde kirine, êrîşî bendên kontrolê û navendên ewlekariyê dikin.

Hisên diyar kir ku tevgera şaneyên DAIŞ’ê li ser 2 rêbazan bi rê ve diçe, beşek ji şaneyan bi awayekî rêxistinkirî tev digerin û dixwazin tevgera xwe ya rêxistinî ji nû ve zindî bikin. Beşa duyemîn li ser derxistina bêaramiyê tev digere, çeteyên nû yên ji herêmê tev li xwe dikin.

 

Asayiş: Daiş çekên rejîma berê ya Sûriyeyê bi kar tîne

 

Mehmûd Hisên got ku piraniya çekên DAIŞ`ê ferdî ne û nepêşketî ne û ji depoyên rejîma berê ya Sûriyeyê derxistine û wiha berdewan kir:

"Şaneyên DAIŞ’ê xwe gihandin depoyan û çekan li dijî hêzên me bi kar tînin. Di rojên pêş de, em ê şaneyên hatine girtin û çekên wan ji raya giştî re eşkere bikin."

 

Bang li nişteciyên Dêrazorê tê kirin ku bi Asayişê re alîkar bin

 

Mehmûd Hisên bang li hemû niştecihên Dêrazorê kir ku pêwîst e bi hêzên wan yên ewlekarî û leşkerî re alîkar bin. heger bi tevgereke şaneyan hesiyan, yekser hêzên wan agahdar bikin.

Ji destpêka sala 2025`an ve, ji bo têkbirina êrîşên DAIŞ`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek operasyon pêk anîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24