Li herêma Serhedê yekem Newroz li Bazîdê tê vêxistin

Îsal li Bakurê Kurdistanê herêma Serhedê agirê yekem ê Newrozê wê li navçeya Bazîdê ya bajarê Agiriyê bê vêxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Amadekar a Newrozê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

Ji bo em azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin, divê em be çoş li qada Newrozê bin.

Li herêma Serhedê Newroza îsal wê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bê pîrozkirin.

Li gorî agahiyan Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî wê beşdarî pîrozbahiyê bibe.

Pîrozbahî sibê di demijmêr 12.00’an de li qada Girtîgeha Kevn dest pê dike.

Serokê Komîteya Amadekar Mehmet Seferoglû got ku ew li benda hemû gelê xwe ne ku beşdarî Newrozê bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye