Li Gundê Xelîlanê yê Mêrdînê saziya DEDAŞ'ê kehrebeya 500 malan qut kir

Li gundê Xelîlanê yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê duh xebatkarên saziya kehrebeyê ya bi navê DEDAŞ’ê bi behaneya ‘aboneyan derxin kolanan’ li gel leşkeran bi ser gund de girtin û kehrebeya 500 malan qut kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêniyên gund li dijî vê biryarê bertek nîşan dan.

Li ser vê yekê saziya DEDAŞ’ê leşker anîn gund û di kontrola leşkeran de kehrebeya 3 trafoyên di gund de qut kir.

Gundê Xelîlanê bi qasî 500 malan e û serjimar jî zêdetirî 3 hezaran e.

Şêniyan bertek nîşanî pêkanîna DEDAŞ’ê da û gotin ku di germa havînê de tiştê DEDAŞ dike, dijminê mirov jî nake.

Her wiha dan zanîn ku pileya germahiyê li gundê wan derdikeve 45 pileyî û diyar kirin ku ger kehrebeya wan neyê, dê hemû zexîreyê di sarincên wan de xerab bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye