Selahettîn Demirtaş bi bavê Narîn Guran Arif Guran re hevdîtin kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahettîn Demîrtaş ê ku di girtîgehê de ye, bi bavê Narîn Guran a ku hatibû kuştin Arif Gûran re hevdîtin kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku ev hevdîtin bi destûra taybet a Wezareta Dadê ya Tirkiyê pêk hatiye. 

Li ser hesabê X’ê yê Selahettîn Demîrtaş têkildarî hûrgiliyên hevdîtinê ev agahî hat parvekirin:

"Berî hevdîtinê, min dosyaya dozê ji perspektîfeke qanûnî ve lêkolîn kir.

Li gorî delîlên di dosyayê de, tenê navê ku sûcê wî bi delîlên berbiçav hatiye îspatkirin, Nevzat Bahtiyar e."

Demîrtaş mehkûmkirin û cezakirina dêya Narîn, Yuksel Guran, û apê wê, Salim Guran, bi cezayê hetahetayê yê girankirî wekî "trajediyeke hiqûqî" bi nav kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê ji Wezareta Dadê, derdorên hiqûqî yên têkildar, Baroya Amedê, xwest ku vê dozê bi baldarî lêkolîn bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye