Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dadgeh wek amûrekî zextê li ser rojnemevanan tê bikaranîn. Li girtîgehên Tirkiyê bi dehan rojnemevan niha ji ber karê xwe kirine girtîne.
Îro jî li Amed û Stenbolê doza 5 rojnemevanan hebû. Di encamê de Ahmet Guneş beraat kir û dozên din hatin taloq kirin.
Rûniştina 4’emîn doza bi îddîaya “endamtiya rêxistinê” a di derbarê rjnemevan Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayûmat li Dadgeha Cezayê Giran a 25’emîn a Stenbolê pêk hat.
Di rûniştinê de rojnemevan amade nebûn lê parêzerê wan Şukru Alpsoy, Habat Demîrcan û Ji Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA) Hazal Surmelî di rûniştinê de amade bûn.
Ji ber kêmasiyên di dosyayê de werin derbaskirin dadgehê biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re muzakere were nîvîsandin û rûniştin taloqî 20’ê Mijdarê bû.
Biryara qedexeya derketina derveyî welat nehat rakirin
Rûniştina 8’emîn a doza rojnamevan Abdurrahman Gok ku ji ber xebatên xwe yên rojnemevaniyê û îdîayên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandayê rêxistinê kirin” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.
Li gel Abdurrahman Gok, parêzerê wî Resûl Tamur û Mehmet Emîn Aktar jî di rûniştinê de amade bûn. Komeleya Rojnemevanana a Dicle Firatê (DFG), MLSA û hinek rojnemevan jî rûniştin şopandin.
Gok diyar kir ku qedexeya derketina derveyî welat li ser karê wî bandor dike û got: “Hem li derve me hem jî nikarim karê xwe bikim. Ev rewşekî zehmet e.”
Dadgehê daxwaza Gok red kir û ji bo akubeta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê Gok de were zelal kirin doze taloqî 25’ê Mijdarê kir.
Ahmet Guneş beraat kir
Rûniştina 2’yemîn a doza rojnemevan Ahmet Guneş ku bi îddîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin.
Rûniştina ku Guneş û parêzera wî amede bû Guneş beraata xwe xwest û got: “Ji ber min rojnemevanî kir ez hatim girtin û têm darizandin. Rojnemevanî ne sûc e.”
Dadgehê ji ber di dosyayê de amerên heyî têra ceza dayînê nakê ji bo Ahmet Guneş biryara beraatê da.