Li Yemenê 35 kes hatin kuştin

Îsraîlê duh li dijî baregehên Hûsiyan li Yemenê êrîşên hewayî pêk anîn. Di encamê de, 35 kes hatin kuştin û 118 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê ragihand ku di êrîşa paytexta Yemenê Senayê de 35 kes hatine kuştin û 118 kes jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyê eşkere kir ku di êrîşê de, dezgeha Wezareta Parastinê, avahiya Wezareta Darayî, navenda propagandayê, tesîsên sotemeniyê, kampên perwerdeyê û cihên din, hatine bombebarankirin.

Artêşa Îsraîlê jî, ragihand ku di êrişê de, 30 mûşek hatine avêtin, her wiha 10 balafirên şer di êrişê de, hatine bikaranîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku Tel Aviv wê li Yemenê êrîşên xwe yên li ser Hûsiyan bidomîne û piştrast kir ku ew ê her kesê ku êrîşî Îsraîl bike, hedef bigire.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24