Trump beriya serdana nûnerên xwe, karta "hilberîna patriotan li Ûkraynayê" nîşanî Rûsayayê da

Serokê DYA'yê ji bo zextê li Rûsyayê bike, projeya hevpar a sîstema parastina hewayî belav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, beriya ku nûnerên xwe yên taybet bişîne Moskow û Kîevê, di siyaseta şerê Ukraynayê de gavaneke stratejîk avêt. Trump gotarek li ser tora xwe ya civakî (Truth Social) parve kir ku tê de pêşniyara destûrdana Ukraynayê ji bo hilberandina mûşekên parastina hewayî yên Patriot cih digire.


Ev gava Trump wekî karteke zextê ya dîplomatîk li dijî Rûsyayê tê nirxandin, di heman demê de ku nûnerên wî Cared Kuşner û Stîv Wîtkof amadekariya hevdîtina bi Vladimir Putin û Volodymyr Zelensky re dikin da ku planek nû ya aştiyê pêşkêş bikin. Ev proje hem ji bo kêmkirina barê cebilxaneya artêşa Amerîkayê ye û hem jî peyamek e ku eger Rûsya aştiyê qebûl neke, Ukrayna dikare di warê parastina hewayî de bibe hêzeke serbixwe.

Her çend Trump berê li dijî radestkirina teknolojiyên pêşketî yên wekî PAC-3 bi fikar bû jî, parvekirina vê planê nîşan dide ku Washington amade ye di bin lîsansa DYA'yê de rê bide Ukraynayê ku parastina xwe ya hewayî xurt bike.

Tê payîn ku ev mijar bibe yek ji xalên sereke yên danûstandinên aştiyê yên vê hefteyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye