Li bajarê Amûdê û gundewarên wê, meşeke girseyî ji bo piştgirîkirina perwerdehiya bi zimanê dayîkê hat liarhat li darxistin. Doza sereke ya gel û çalakvanan ew e ku zimanê Kurdî di perwerdehî de wekî zimanekî fermî bê qebûlkirin, ne ku tenê wekî çend dersên sînordar bimîne. Di meşê de bi sedan welatî, mamoste, xwendekar û malbatên wan amade bûn.
Meşa ku ji Qada Jina Azad destpêkir, di nav kolanên bajêr re derbas bû û li naverasta Amûdê veguherî mîtîngeke girseyî. Beşdaran bi daxwaza naskirina fermî ya zimanê xwe, dirûşmeyên wekî "Zimanê Kurdî nasnameya me ye" bang kirin.
Di mîtîngê de, li ser navê Însyatîfa Gel, Kurdiyar Dirê’î daxuyaniyek da. Dirê’î destnîşan kir ku mafê xwendina bi zimanê dayîkê mafekî bingehîn û gerdûnî ye û mafê gelê Kurd e ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê perwerdehî. Her wiha bal kişand ser kêmasiya bernameya heyî ya hikûmetê û got: "Sê saet di heftiyê de têrê nake."
Di dawiya axaftina xwe de, Dirê’î bang li Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyê kir ku guh bide vê doza rewa, di biryara xwe de biçe sererastkirinê û zimanê Kurdî bi awayekî fermî û berfireh bixe nav sîstema perwerdehî. Meş bi dirûşmeyên bilindkirina daxwaza fermîbûna ziman bi dawî bû.