Li gundewarên Dêra Zorê xwepêşandan

Navenda Perwerdeyê ya gundewarên rojhilatê Dêra Zorê xwepêşandanek li dar xist û daxwaz kir Wezareta Perwerdeyê navenda wan fermî bike.

reset font size increase font size

Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî biryar da ku Navenda Perwerdeyê ya gundewarên rojhilatê Dêra Zorê bigire. Şênî û mamosteyên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê li hember biryarê xwepêşandan organîze kir. 
Endamên Navenda Perwerdeyê di xwepêşandanê de da zanîn ku wan li hember biryara wezaretê dibistan girtine.

Li gorî Navenda Perwerdeyê li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê 71 dibistan, 30 hezar xwendekar û nêzî 873 mamoste û rêveber hene.
Di xwepêşandanê de ji wezaretê daxwaz kirin ku navend neyê girtin û fermî bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye