Careke din asta avê çemê Feratê bilind bû
Komîteya Destwerdana Awarte ya parêzgeha Dêrazorê biryar da ku ji saet 00.00‘an ê êvarî heya 06.00‘an ve, çûn û hatina di rêya pira axî û pira El-Herbî ya di navbera her du qiraxên çemê Firatê de rawestîne.
Li gorî biryarê, çûn û hatina di saetên êvîar de ji îro ve (27 tebax) heya demeke ne diyar ve qedexe ye.
Lê biryar ji bo rewşên awarte yên tenduristiyê ne derbasdar e.
Hat gotin kesên ku biryarê binpê bike ew ê li gorî qanûnan hesab ji wan bê xwestin.
Komîteyê diyar kir ku biryar ji bo parastina silametiya rêwiyan hatiye dayîn û bang li şêniyan kir ku li gorî biryarê tev bigerin.
Bilindbûna asta ava Firatê çûn û hatina li ser du piran rawestand
Careke din asta avê çemê Feratê bilind bû. Ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê Komîteya Destwerdanan Awarte çûn û hatina di saetên êvarî de ya di navbera pirên li ser çem de rawestand.