Berdefka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova, ragihand ku bersiva Moskovê ya li hemberî êrîşên bi çekên Brîtanî, dikare bibe sedema lêdana her cîh û kelûpelên leşkerî yên Brîtanyayê yên li hundir an jî li derveyî sînorên Ukraynayê. Ev berteka tund piştî wê yekê hat ku Brîtanya û Fransayê destûr dan Kîevê ku teknolojî û lîsansa hilberîna moşekên kruz ên rûbuhur (Storm Shadow) bikar bîne.
Zakharova destnîşan kir ku Fransa û Brîtanya bi vê pêngavê "bi agir dilîzin". Li aliyê din, Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov îdîayên li ser planên Rûsyayê yên êrîşkirina ser welatên endamên NATO'yê red kirin û ew wekî "çîrokên tirsandinê" bi nav kirin. Peskov anî ziman ku Rûsya hîn jî ji bo danûstandinên aştiyê amade ye.