Îranê bi rêya peywendiyên dîplomatîk hişyariyeke tund da welatên Kendavê.
Tehranê ragihand ku eger Amerîka êrişeke nû li dijî xaka wê pêk bîne, ew ê binesaziya enerjiyê ya herêmê û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kendavê bikin armanc.
Ev hişyarî piştî daxuyaniyên tund ên Serokê DYA'yê Donald Trump ên di 28'ê Tîrmehê de hatin kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ev peyam di hevdîtinên xwe yên ligel rayedarên Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye û Pakistanê de gihandiye aliyên peywendîdar.
Îranê daxwaz ji van welatan kir ku rê nedin ku ax an qada wan a hewayî ji bo êrişên li dijî Îranê were bikaranîn.
Rayedarên Îranî eşkere kirin ku bersiva wan a gengaz dê tenê bi zeviyên petrolê ve sînordar nemîne; parzûngeh, torên elektrîk û avê, û binesaziya veguhastinê ya li seranserê Kendavê jî di nav lîsteya hedefan de ne.
Ji bo pêşîgirtina li krîzeke ku dikare aboriya cîhanê têk bibe, welatên herêmê dest bi hewldanên dîplomatîk kirine.
Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman bi Trump re peywendî danî û daxwaz jê kir ku çalakiyên leşkerî paşde bixe û vegere ser maseya diyalogê çêbibie.
Her wiha welatên mîna Qeter û Omanê ji Washingtonê re ragihandin ku her şerekî nû dikare herêmê veguherîne gogeke agir.
Tevî banga dîplomasiyê, Erebistana Siûdî diyar kir ku eger êrişî ser xaka wan bibe, ew ê bi tundî bersiva leşkerî bidin.