Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus eşkere kir ku belavbûna vîrûsa Ebola li Komara Demokratîk a Kongoyê ji hewldanên navdewletî û herêmî yên ji bo kontrolkirina vîrûsê pir bi leztir e.
Ev daxuyanî di dema serdana wî ya li welat de hat, ku di heman demê de xebatkarên tenduristiyê yên Kongoyê ji ber nepisporî û kêmiya mûçeyên xwe di grevê de ne.
Ghebreyesus piştî hevdîtina ligel rayedarên li paytext Kinshasayê, li ser hesabê xwe yê torên civakî diyar kir ku piştî sê mehan ji ragihandina belavbûna vîrûsê , rewşên nû li herêmên herî zêde bandordar bûne du qat zêde bûne.
Ev serdana duyemîn a Rêveberê WHO ye ji dema ku vîrûs li welat belav bûye.
Rêveberê WHO bal kişand ser ku li ser astekî berfireh li hev kirine daku hewldanên lezgîn û mezin di her warî de werin zêdekirin daku rê li ber vê krîzê were girtin.
Li gorî daneyên herî dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Kongoyê, heta roja duşemê 3 hezar û 874 rewşên tespîtkirî hatine tomarkirin û ji wan 1751 kesan jiyana xwe ji dest dane.