DYA wê bi 1.96 milyar dolarî çekan bifiroşe Erebistana Siûdî

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ragihand ku firotina çekan a ji bo Erebistana Siûdî û Kuweytê hatiye erêkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezaretê diyar kir ku firotin wê armancên ewlekariya neteweyî û polîtîkaya derve ya DYA`yê xurt bike.

Her wiha wê şiyana parastinê ya hevalbendekî derveyî NATO'yê yê girîng ê li Kendavê jî xurt bike.

Di çarçoveya pakêta erêkirî de, wê nêzî 20 hezar Sîstemên Fuzeyan ên Hestyar ên Pêşketî (APKWS-II) û serikên şer ên van sîsteman bên radestkirin.

Li gorî agahiyan, bihayê pakêta van çekan 1.96 milyar dolar e.

Kuweyt jî wê bi 484 milyon dolar çekan ji DYA'yê bikire

Di heman demê de, wezaretê da xuyankirin ku pakêta çekan a ji bo Kuweytê jî, balafirên balhilgir ên C-17, parçeyên balafiran, amûrên ragihandinê, dokuman-tasyona teknîkî, xizmetên perwerde û lojîstîkê vedihewîne.

Bihayê vê pakêtê jî, 484 milyon dolar e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye