Çîn dorpêça deryayî ya DYA'yê red dike û DYA gefa xwe dubare dike.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku ew ê her keştiyeke ku dorpêçê bin pê bike, wêran bike.
Di navbera Pekîn û Washingtonê de alozî derketine holê
Piştî têkçûna danûstandinên li Îslamabadê, doçpêrkirina deryayî ya ji hêla DYA'yê ve li ser benderên Îranê, hate ferzkirin.
Her wiha di navbera Pekîn û Washingtonê de alozî derketine holê.
Ji aliyekî jî, Çîn nenaskirina dorpêçê piştrast kir û diyar kir ku ewlehiya wê ya enerjiyê, ne di bin pirsê de ye.
Wezîrê Parastinê yê Çînê Amîral Dong Jun derbarê dorpêçê de hişyariyeke tund da DYA'yê.
Jun, diyar kir ku keştiyên Çînî dê berdewam bikin ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin û got:
"Em ê pabendî peymanên enerjiyê yên ku bi Îranê re hatine îmzekirin, bibin.
Tengava Hurmizê, dê ji bo keştiyên me vekirî bimîne."
Pekîn: Girtina Tengava Hurmizê binpêkirina azadiya bazirganiya navneteweyî ye
Pekînê ragihand ku girtina Tengava Hurmizê û sepandina dorpêçekê li ser Îranê, binpêkirina azadiya bazirganiya navneteweyî ye.
Çînê got ku çareserî ne şer e, lê dîplomasî ye.
Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi bang li hemû aliyan kir ku ji leşkerîkirina deryayan dûr bisekinin û vegerin ser maseya danûstandinan.
Çîn ku nêzîkî 80% ji petrola Îranê werdigre, dorpêçê wekî gefek rasterast ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî dibîne.
Çîn tevgerên xwe yên deryayî li Okyanûsa Hindî û Kendava Erebî zêde kirine
Li gorî raporên îstîxbaratê, Çîn tevgerên xwe yên deryayî li Okyanûsa Hindî û Kendava Erebî zêde kirine da ku tankerên xwe yên petrolê biparêze.
Ev rewş xetera pevçûneke rasterast di navbera keştiyên şer ên Amerîkî û Çînî de zêde dike.
Trump: Eger Çîn piştgiriyê bide Îranê wê bacên li ser kelûpelên Çînî bigihîne %50
Piştî ku Çînê ragihand ku ew ê peymanên xwe yên enerjiyê bi Îranê re bidomîne û cezayên Amerîkî nas neke, Donald Trump bi tundî bersiv da Pekînê.
Trump gef xwar ku eger Çîn piştgiriyê bide Îranê, ew ê bi sepandina bacên giran ji bo aboriya Çînê bibe sedema pirsgirêkên girîng.
Donald Trump li dijî îdiayên ku Çîn amadekariya şandina pergalên parastina hewayî yên veguhêzbar (MANPADS) ji Îranê re dike, hişyarî da.
Trump got:
"Ger Çîn wisa bike, dê pirsgirêkên pir mezin hebin. Eger Pekîn mudaxeleyî cezayan bike yan jî çekan bide Tehranê, ew ê bacên li ser kelûpelên Çînî bigihîne %50."