Tevî cezayên li ser Rûsyayê, pêkhateyên almanî di dronên rûsî de hatin dîtin.
Pêkhateyên ku ji hêla pargîdaniyên almanî ve hatine çêkirin di dronên rûsî de ku ji bo êrîşkirina li ser bajarên Ûkraynayê têne bikaranîn, hatine dîtin.
Li gor raporên rojnamevaniyê bi sed hezaran parçe û alavên almanî li ber destê rûsan hene, ev yek nîşan dide ku Artêşa Rûsyayê girîngiyeke mezin dide teknolojiya Almanyayê.
Rûsya teknîka leşkerî ya Almanyayê li dijî Ûkraynayê bi kar tîne
Her wiha Medyaya almanî yekem car di meha çile de ev yek ragihand, bi taybetî behsa drona herî dawî ya Geran-5 kir.
Di destpêkê de, NTV û medyayên din ên almanî ragihandin ku Geran-5 a almanî, li ber destê hêzên Rûsyayê ye, tranzîstorên ji şîrketa almanî Infineon Technologies jî dihewîne.
Ev agahî li ser portala War&Sanctions ku ji hêla îstîxbarata leşkerî ya Ûkraynayê (HUR) ve tê birêvebirin, hate weşandin.
Her wiha Lîsteyeke berfireh a hemî pêkhateyên biyanî yên ku heya niha di alavên leşkerî yên Rûsyayê de hatine dîtin, hene.
Li gorî War-Sanctions, piraniya pêkhateyên biyanî di alavên leşkerî yên Rûsyayê de ji Dewletên Yekbûyî û Çînê tên.
Kategoriya "Li Almanya Hatiye Çêkirin" ji 137 pêkhateyan pêk tê ku ji nîvê wan zêdetir di dronan de hatine dîtin, ên mayî di mûşek, pergalên radarê, wesayîtên leşkerî û heta di helîkopteran de jî hatine dîtin.
Tranzîstor pêkhateya herî zêde tê bikaranîn ên almanî ne ku derdora 50 awayî jê hene.
Pêkhateyên din jî, pomp, transformator, jenerator, kondansator û batarya ne.
Şîrketa almanî ya herî navdar fîrmaya Bavyerî, Infineon Technologies ye ku 58 ji 137 pêkhateyan ku piraniya wan tranzîstor in, di dronan de têne dîtin, peyda dike.
Parçeyên din ji şîrketên almanî yên wekî TDK Electronics, Wurth Elektronik, Bosch û Pierburg tên ku şîrketeke girêdayî Koma Rheinmetall ye.