Trump hişyariyeke tund dide Îranê: "Heke tengav neyê vekirin wê bersiveke leşkerî hebe"

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku heke Tengava Hurmizê zû neyê vekirin, wê Îranê rûbirûyê derbeyeke leşkerî ya pir giran bibe, lê belê li ser daxwaza welatên Kendavê wan fersendeke dawî daye Tehranê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aloziya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê gihiştiye asteke nû û xeternak. Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyeke tund belav kir û hişyarî da rayedarên Tehranê ku heke astengiyên li ser geştiyariya navdewletî û Tengava Hurmizê neyên rakirin, Washington amade ye vebijarka leşkerî bixe dewrê.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Amerîkayê hemû amadekariyên xwe yên ji bo êrîşeke berfireh temam kirine. Trump destnîşan kir ku planên wan ên êrîşê yên herî giran amade ne, lê belê wan ji ber daxwaz û navbeynkariya welatên Kendavê ev êrîş ji bo demeke kurt rawestandiye.

Trump eşkere kir ku welatên herêmê daxwaz kirine ku derfetekî dawî bidin dîplomasiyê û danûstandinên nû li dar bixin.

Tê çaverêkirin ku ev guftûgoyên dîplomatîk di rojên pêş de dê dest pê bikin, lê belê Amerîkayê hişyarî daye ku heke Tehran gavên berbiçav neavêje, wê fersenda dîplomasiyê bi dawî bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye