Wezîra Çandê ya Fransayê Rachida Dati ragihand ku roja yekşemê sibehê li Muzexaneya Louvre diziyeke çekdarî pêk hatiye.
Rachida Dati, li ser hesabê xwe yê X, wiha belav kir, "Îro sibê di dema vekirina Muzexaneya Louvre de dizîyek çêbû. Kes birîndar nebû. Ez niha li cihê bûyerê bi karmendên muzexaneyê û polîsan re me, lêpirsîn berdewam dike."
Ajansa nûçeyan a Fransî AFP, îdîa kir ku xwe gihandiye çavkaniyên wezaretê û ragihand ku çend êrîşkaran bi riya şikandina pencereyan ketine muzexaneyê.
Neh perçe ji zêrên Napoleon û Împaratorîçe Eugénie hatin dizîn, di nav wan de gerdeniyek, broşek û tacek jî heye.
Muzexane ji bo demek nediyar hatiye girtin, heta ku rayedar lêpirsîna xwe bi encam bikin.