Piştî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê gelek welat bi kêmbûna çavkaniyên enerjiyê re rû bi rû ne.
Îro Hikûmeta Taywanê pêşniyara Çînê ya garantiya ewlehiya enerjiyê li beramberî desthilatdariya Pekînê ji bo Teywanê, red kir.
Hat ragihandin ku ev bersiva Taywanê pêşbînîkirî ye ji ber israra berdewam a Taipei ku naxwaze Taywan ji aliyê Çînê ve were birêvebirin.
Ji ber şerê li Rojhilata Navîn û astengkirina rêyên veguhastinê yên bi rêya Tengava Hormuzê, hikûmetên li çaraliyê cîhanê ji bo dabînkirina çavkaniyên enerjiya hewildanê dikin.
Taywan, sêyeka gaza xwe ya xwezayî ji Qeterê hinarde dike û ji Çînê Çavkaniyên enerjiyê nakire.
Taywan got ku ji bo mehên pêş de, ji çavkaniyên wekî DYA, ku piştgirê sereke yê navneteweyî yê giravê ye, dabînkirinên alternatîf ên têr peyda kirine.
Di bersiva pêşniyara Çînê de, Cîgirê Wezîrê Karûbarên Aborî yê Taywanê, Ho Chin-tsang, ji endamên parlementoyê re anî ziman ku bê guman, ev ne mumkin e û wiha lê zêde kir:
“Ev yek zexta psîkolojîk a Pekînê ya berdewam li ser giravê dibîne dike.
Di derbarê enerjiyê de me li Taywanê amadekariyên pêwîst kirine, rezervên ewlehiyê û planên bersivdayînê hene.”
Duh berdevkê Ofîsa KarûbarênTaywanê Chen Bin-hua di bersiva pirsek li ser dabînkirina enerjiyê ya Taywanê di dema şerê Rojhilata Navîn de wiha anî ziman:
“Em amade ne ku enerjî û çavkaniyên stabîl û pêbawer bidin gelê Taywanê da ku ew bikaribin jiyanek çêtir bijîn."
Hikûmeta Taywanê îdiayên serweriya Çînê red dike û îdia dike ku tenê gelê giravê dikare pêşeroja xwe diyar bike.