Rûsya îdîa kir ku wan 10 hezar leşkerên Ûkraynayê kuştine

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê encamên operasyonên xwe yên heftane eşkere kir. Windahîyên giran ên Ûkraynî agahîyên sereke yên vê daxuyanîyê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Encamên herî giran ên vê daxuyanîyê di derbarê windahîya leşkeran de bû.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dîyar kir ku di hefteyekê de zêdetirî 10 hezar û 470 leşkerên Ukraynayî hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Rûsyayê bi moşek û dronan êrîşî binesazî, tesîsên enerjiyê, kargehên hilberîna leşkerî yên Ûkraynayê kirine.

Êrîşên Ûkraynayê yên li herêma Xarkîvê jî di daxuyanîyê de cih girt.

Wezaretê ragihand, hêzên rûs hefteya borî 16 êrîşên Ûkraynayê yên li ser xeta Kobyanskê têk birine.

Moskova got, hezar û 662 dron , 6 bombeyên hewayî, 2 moşekên Grom û 3 moşekên HIMARS ên Ûkraynayê jî hatine xistin.

Li gorî vê daxuyanîya leşkerî, 10 bajarokên din ên li rojhilatê Ûkraynayê ketin bin kontrola Rûsyayê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye