Rêxistinên hiqûqî ji bo `Mafê Hêviyê` serî li Konseya Ewropayê dan

Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî TLSP, ELDH, MAF-DAD û LLG di çarçoveya rêgeza 9/2 de mafê hêviyê bi bandor were bikaranîn nêrînên xwe yê hiqûqî pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Projeya Piştgiriya Doza Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komaleya Parêzerên Demokrasiya Ewropayê û Mafên Mirovan a Dinyayê, Komaleya Demokrasiyê û Hiqûqa Navneteweyî û Koma Hiqûqê ya Londrayê ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî mafê hêviyê ya ji bo Koma Dozê ya Gûrban nêrînên xwe yên hiqûqî pêşkêş kirin.

Rêxistinên hiqûqî yên navborî di çarçoveya “rêzika 9/2” de ji bo ku mafê hêviyê bi awayekî çalak were bikaranîn nêrîna hiqûqî pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.

Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî di metnê xwe yê nêrînê de mînakên erênî yên li Ewropayê rêz kirin û diyar kirin ku divê dewleta Tirk jî di mewzûata xwe de têkildarî “mafê hêviyê” guhertinan çêke.

Di nava vê koma Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de navê Rêber Apo, Hayatî Kaytan, Civan Boltan û Emîn Gûrban hene.

Dewleta Tirk di Hezîrana 2025’an de Plana Çalakiyê pêşkêşî Komîteya Wezîran kiribû û diyar kiribû ku ew ê têkildarî “Mafê Hêviyê” di mewzûata xwe de ti guhertinan neke.

 

Madeya 3'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, hatiye binpêkirin

 

Rêxistinên hiqûqî destnîşan kirin ku cezayên giran ên muabed, bêyî îhtîmala berdanê an jî ji nû ve nirxandina cezayê, binpêkirineke êşkere ya madeya 3'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Her wiha diyar kirin ku cezayên bi vî rengî, girtiyan ji "mafê hêviyê" bêpar dikin û ew prensîbeke bingehîne ku divê welatên Ewropayê pê ve girêdayî bin.

 

Rêxistinên hiqûqî mînakên erênî  dan

 

Ji bo piştgiriya helwesta xwe, rêxistinan mînakên ji biryarên berê yên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê wekî Vinter û Yên Din - Brîtanya, Murray - Hollanda, Petukhov - Ûkrayna (Hejmar 2), László Magyar - Macaristan û Bodein - yên Fransayê, pêşkêş kir.

Dadgehê diyar kir ku ew cezayê muabed bi tevahî red nake, divê ev ceza bi awayekî rastîn û nirxandineke qanûnî di demeke nêz de bi cih bibe.

 

Komîteya Wezîran ji bo gav avêtinê salek wext daye tirkiyê

 

Komîteya Wezîran biryara “mafê hêviyê” ya ji bo Rêber Apo di 17-18’ê Îlona 2024’an de kiribû rojeva xwe û ji bo ku gavê biavêje salek wext dabû dewleta Tirk. Ev wext di Îlona 2025’an de diqede.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di meha Îlonê de li ser dosyaya “mafê hêviyê” ya Rêber Apo li hev bicive.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24