Li nêzîkî sînorê Efganistanê karwaneke leşkerî yê artêşa Pakistanê ji aliyên çekdaran ve hatiye hedefgiritin.
Her wiha di navbera artêşa Pakistanê û çekdaran de şer derket, di encama de 11 leşkerên Pakistanê ku di nav wan de du efser hene û 30 çekdar hatin kustin.
Ofîsa Medyayê ya Artêşa Pakistanê ragihand ku endamên terorîst konvoyeke wan yê leşkerî xistine kemînê û gule reşandin, di encamê de albayek, serhengek û neh leşkerê wan hatine kuştin.
Talîban jî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand û da diyar kirin ku pêvçûna li ser sînor pêk hatiye di navbera hêzên girêdayî wan û hêzên Pakîstanê de qewimiye.