Çînê daxwaza agirbesteke bilez kir

Wezareta Derve ya Çînê metirsîya xwe li ser êrîşên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê nîşan da û daxwaza agirbesteke bilez kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Wezareta Derve ya Çînê got ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê li yên ser Îranê xeter in û daxwaza agirbesteke yekser kir.

 

Wezaretê got ku divê rêz li serwerî, ewlehî û yekparçeyiya axa Îranê wê girtin û ji hemû aliyan xwest ku ji aloziyên zêdetir dûr bisekinin û diyalog û danûstandinan ji nû ve dest pê bikin.

 

Baylozxaneya Çînê ya li Îsraîlê daxuyaniyek weşand û şîret li ji welatiyên Çînî yên li Îsraîlê kir ku di zûtirîn dem de li deverên ewletir ên welêt bigerin an jî bi rêya deriyê sînor ê Tabayê biçin Misrê.

 

Her wiha Wezaretê ji welatiyên xwe yên Çînî yên li Îranê jî xwest ku di zûtirîn dem de derkevin û çar rêyên bejahî yên ber bi Azerbaycan, Ermenistan, Tirkiye û Îraqê ve ji bo wan pişniyar kir.

 

Ajansa fermî ya Çînê Xinhua, êrîş şermezar kirin û ew wekî kiryareke êrîşkar ên eşkere li dijî dewleteke serwer û siyaseteke hegemoniyê ya bi hêz bi nav kir.

 

Xinhua got ku bikaranîna hêza leşkerî ji aliyê Washingtonê ve binpêkirineke eşkere ya armanc û prensîbên Peymana NY û dûrketinek ji normên bingehîn ên têkiliyên navneteweyî ye.

 

Ji aliyekî din ve, Koma Cathay Airways a navenda wê li Hong Kongê ye ragihand ku wan hemû operasyonên xwe li Rojhilata Navîn rawestandine, ji ber êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê.

 

Koma Pasîfîk Airways ya ku xwedîyê şîrketa Cathayî ye, di daxuyaniyekê de got ku ev biryara şer bandorê li geştên ber bi Dubay û Riyadê û her weha xizmetên barhilgir ên ku bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Al Maktoum a Dubayê dixebitin dike.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye