Rojnameya New York Times`ê, ragihand ku Ajansa Îstixbarata Navendî CIA di çend mehên borî de şêwazên tevger û cihên Elî Xameneyî dişopand.
Li gorî Rojnameyê, CIA'yê nirxandinên pir rast ên li ser civîna Elî Xameneyî bi rayedarên payebilind re, roja şemiyê pêşkêşî Îsraîlê kirine.
Artêşa Îsraîlê: Kuştina Xameneyî pabendbûna me ya bi welatiyên Îsraîlê re nîşan dide
Her wiha Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniyekê de li ser mirina Xameneyî, wiha anî ziman:
"Di operasyoneke rast û berfireh de ku ji aliyê Hêza Hewayî ya Îsraîlê ve hatiye kirin, Elî Xamaneyî hatiye armanckirin.
Dema ku ew li baregeha fermandariya xwe ya navendî li Tehranê bû, di gel berpirsên din ên payebilind hat hedefgirtin."
Artêşa Îsraîlê Xameneyî wekî serê heştpiyeke Îranî bi nav kir ku destên xwe li seranserî Rojhilata Navîn û heta sînorên Îsraîlê belav kiribû.