Bijîşkeke Kurd ji bo nexweşiyên mêjî bûye hêvî

Bijîşkeke jin a Kurd li welatê Kanadayê, bi rêya lêkolînên xwe yên bijîşkiyê, serkeftineke mezin a zanistî bi dest xist û xelateke navdewletî wergirt.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Zanyara Kurd, Dr. Arêz Jahanî, ku bi koka xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Kanadayê dijî, balê dikişîne ser lêkolînên li ser weremên herî metirsîdar ên mêjî.

Dr. Jahanî bi rêya pisporî û xebatên xwe, pêşketineke girîng û berbiçav tomar kir û vê yekê di navendên tendurustiyê yên cîhanî de deng vedaye.

Dr. Arêz Jahanî li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Ew niha li Zanîngeha Ottawa ya Kanadayê wekî mamoste û zanyar kar dike.

Dr. Jahanî bi serkeftina xwe ya zanistî û bidestxistina vê xelata binirx, bû hêviyek nû ji bo dermankirina nexweşiyên herî giran û metirsîdar ên mêjî.

Her wiha wê navê zanyarên Kurd di navendên zanistî yên herî navdar ên cîhanê de bilind kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye