Trump serdana Îsraîlê dike

Saziyeke ragihadinê ya Îsraîlê eşkere dike ku wê Serokê Amerîka Donald Trump berî serê salê serdana Îsraîlê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tora i24news a Îsraîlê li ser zimanê du çavakniyên ji Waşington û Tel Avîvê ragihand ku niha di navbera Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, ji bo serdana Trump amadekarî têne kirin.

 

Li gor wan her du çavkaniyan, tê texmînkirin ku Donald Trump di destpêka meha kanûnê de serdana Îsraîlê bike û bi berpirsên wî welatî re bicive.

 

Serdana dawî ya Trump bo Îsraîlê, di gulana 2017an de bû, lê ji destpêka serokatiya wî ya vê carê, Trump serdana Îsraîlê nekiriye û ev serdan wê bibe ya yekemîn.

 

Ji subatê heya tîrmehê, Trump 3 caran li Waşingtonê bi Netanyahu re civiyabû û di meha gulana îsal de, serdana çend welatên Rojhilata Navîn kiribû, lê rêya xwe bi Îsraîlê nexistibû.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24