Spanya, Slovenya û Îrlandayê daxwaza rawestandina peymana hevkariyê ya YE-Îsraîlê kirin

27 Welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê, li ser daxwaza Spanyayê û hin dewletên endam, peymana hevkariyê ya bi Îsraîlê re nîqaş kirin. Spanyayê, li gel Slovenya û Îrlandayê, li ser rawestandina Peymana Hevkariyê ya YE-Îsraîlê, daxwaza nîqaşekê kir. Li aliyekî din, Almanyayê dît ku rawestandina xala bazirganiyê ya di Peymana Hevkariyê de ya bi Îsraîlê re ne guncaw e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî daxwaza Spanyayê ya betalkirina peymana hevkariyê bi Îsraîlê re, ji ber şerê li Xeze û Libnanê, endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo standina biryarekê, li Luksembûrgê civiyan.

Di civînê de bertekên cuda li ser peymana bi Îsraîlê re derketin holê.

Spanyayê li ser kiryarên Îsraîlê yên li Xezeyê, bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku Îsraîlê ceza bike.

Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Alvarez beriya civînê, ji rojnamevanan re got:

"Divê em bi zelalî ji Îsraîlê re bêjin, ku divê rêya xwe biguherîne.

Bi şer, rêya avakirina têkiliyan bi cîranan re çênabe.

Spanya, Slovenya û Îrlandayê li ser rawestandina Peymana Hevkariyê ya YE-Îsraîlê, daxwaza nîqaşekê kirin.

Em ji bo her tedbîrekê vekirî ne, lê em nikarin tiştekî nekin."

Di destpêka vê mehê de, di hilbijartinan de Rêberê Macaristanê Victor Urban erka xwe winda kir, ew bi berdewamî li dijî her hewldaneke YE’yê ya ji bo sepandina cezayan li ser Îsraîlê derdiket.

Piştî windakirina Urban a desthilatê, zext li ser YE’yê ji bo bidawîkirina têkiliyên bi Îsraîlê re derdikevin holê.

 

Maxime Priveaux: Kiryarên Îsraîlê li Libnanê nayên qebûlkirin

 

Li aliyekî din, Wezîrê Karên Derve yê Belcîkayê Maxime Priveaux beriya civînê, kiryarên Îsraîlê li Libnanê wekî "bi tevahî nayên qebûlkirin" bi nav kir.

Maxime Priveaux got: 

“Divê em bi tundî kiriyarên koma Hizbulahê ya Libnanî yên ji bo destpêkirina êrîşan (li dijî Îsraîlê) şermezar bikin.

Hizbulah ji bo hevgirtina bi Îranê re vê yekê dike.

Her wiha Hizbulahê, Libnan kişandiye nav şerekî ku Libnan naxwaze."

Privaux diyar kir ku Belcîka daxwaza herî kêm a rawestandina qismî ya Peymana Hevkariyê ya YE-Îsraîlê dike.

Wezîrê Karên Derve yê Belcîkayê da zanîn ku welatê wî fêm dike ku rawestandina tevahî ya peymanê ji ber helwestên cuda yên welatên Ewropî, ne pêkan e .

Berevajî vê, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê got ku rawestandina xala bazirganiyê ya di Peymana Hevkariyê ya bi Îsraîlê re wê "ne guncaw" be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye