Bendawî destnîşan kir ji vê kêliyê û şûnde mayîna leşkerên Tirkiye ya li herêmê û Iraqê dagirkerî ye û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.
Bendawî diyar kir ku şewitandina çekan û pêngava gerîla ku îro avêtiye hemû hincetên Tirkiye ya êrişkirina ser xaka herêmê û Iraqê vala derxistiye.
Herî dawî Endamê Desteya Asayîşê û Parastina Parlementoya Iraqê Elî Bendawî anî ziman ku desteyek avakiriye û ji nêz ve vê mijarê dişopîne.