Her sal di roja îmzekirina peymana Lozanê de, gelê Kurd derdikevin qadan û vê rojê şermezar dikin.
Ev peyman êdî derbasî sala xwe ya 102 dibe û gelê Kurd ji bo li hemeber biryarên vê peymanê derkevin, amadekariya meşekê dikin.
Li gorî komîteya amadekar, wê meş li bajarê Lozanê yê Swîsrayê di 26`ê Tîrmehê de bê lidarxstin.
Hevseroka CDK-S`ê Dîlan Çektînkaya di derbarê amadekariyên çalakiyê de, ji Ajansa ANF re axifî.
Çektînkaya: Peymana Lozanê bingeha siyaseta inkarê bû
Dîlan Çektînkaya da zanîn ku Peymana Lozanê ne tenê belgeyeke dîrokî ye, di heman demê de ew bingeha siyaseta înkar û tunekirinê ye û got: “Di vê demê de ku sîstema Rojhilata Navîn ji nû ve tê avakirin, gelê Kurd neçar e yekîtiya xwe pêk bîne, statûya xwe garantî bike û ji ber vê yekê, ev meş ne tenê weke şermezarkirinê ye, lê belê ew bangeke ji bo yekîtî û azadiyê ye”.
Kurd û dostên xwe li dijî Peymana Lozanê derdikevin
Her wiha Çektîkaya dest nîşan kir ku ev peymana ku li Lozanê hatibû îmzekirin ne tenê ji bo tasfiyekirina Kurdan bû, lê ew ji bo tasfiyekirina hemû gelên kevnar bû.
Di dawî de, hevseroka CDK-S`ê bi navê komîteya amadekar bang li hemû sazî û partiyên Kurdan û gel kir ku di 26’ê tîrmehê de li Lozanê bicivin, bibin yek û ber bi azadiyê ve bimeşin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) yê Lozanê Mûsa Îtah jî, ragihand ku ew herdem li hember vê siyseta inkarê derdikevin û dibêjin êdî bese.
Argin: Jinên Kurd hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ne
Di heman çarçoveyê de Hevseroka NCDK a Lozanê Aysel Argin diyar kir ku wan amadekariyên ji bo meşa Lozanê temam kirine û daxuyakirin ku jinên Kurd hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ne.
Aysel Argin daxwaz ji tevahiya jinan kir ku di roja 26’ê tîrmehê de pêşengiya vê meşê bikin.
Li ser Peymana Lozanê 102 sal derbas dibin
Peymana Lozanê di sala 1923`an de li bajarê Lozan ê Swîsrayê, Di navbera Tirkiyê û hevalbendên şerê cîhanê yê yekm de hate Îmzekirin.
Yek ji bendên sereke yê vê peymanê parçekirina Kurdistanê û imhakirina gelê kurd bû.