Girtîgeha Xarpêtê êşkence berdewam e

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Xarpêtê dewam dike. Parlamenterê DEM partiyê Serhat Eren anî ziman ku êşkenceyê dewam dike û rêveberiya girtîgehê dibêje, ‘Pêvajo me eleqedar nake”. Eren bang li Wezareta Edaletê kir ku van pirsgirêkan tavilê çareser bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan ên li hemberî girtiyan dewam dikin. 

Li gorî daneyên Mijdara 2024’an ên Wezareta Edaletê, bi biryara Desteyên Çavdêrî û Îdareyê berdana 8 hezar û 521 girtiyan hate astengkirin.

Li Girtîgeha bi Hejmara 2’emîn a Xarpêtê ku hem bi astengkirina berdana girtiyan hem jî bi bûyerên êşkenceyê di rojevê de ye, girtî li hemberî kiryarên xerab 8 roj in di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.

Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren ji bo naskirina rewşa girtiyan û kiryarên li ser wan tên kirin di 17’ê tîrmehê de çû girtîgeha Xarpêtê, girtî dît.

'Girtî nayên dermankirin'

Serhat Eren  anî ziman ku midûrên girtîgehê binpêkirinan didomînin û wiha got: "Hin girtiyên nexweş rexmê ku rewşa wan gelekî lezgîn e lê rêveberiya girtîgehê çuyîna wan girtîyan asteng dike. Hinek ji wan jî piştî saleke bersivê wan tê dayîn."

'Bi hinceta PKK'ê girtî nayên berdan'

Serhat Eren bal kişand ser astengkirina berdana girtiyan û da zanîn ku bi taybetî pirsên têkildarî PKK’ê ji girtiyan têne pirsîn û deste li derveyî pêvajoya hatiye destpêkirin biryaran werdigire. Ev jî dibe sedem ku înfaza wan dirêj bikin.

'Pêvajoya derve me eleqedar nake'

 

Eren diyar kir ku serlêdana wan a ji bo nirxandina pirsgirêkên girtiyan hatiye redkirin û wiha lê zêde kir: "Rêveberên girtîgehê ji girtîyan re dibêjin ku ger pirsgirêkên wan hebin bila îdare re binivîsin û daxwaza hevdîtinan bikin." 

Serhat Eren dibêje; dozgerê girtîgehê û midûrê heyî gotine : "Dibe ku li derve pêvajoyeke hebe, pêvajoya aştiyê hebe. Ev yek me eleqedar nake. Pêvajo ne xema me ye. Em li hundir dinihêrin."

'Dê Wezareta Edaletê berpirsyar be'

Serhat Eren tekez kir ku girtiyan li hemberî van binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, bi biryar in ku heta rêveberiya girtîgehê paşve gavê biavêje çalakiya xwe dewam bikin û  got:

" Ji rewşa her girtiyekî wê Wezareta Edalatê berpirsyar be."

Parlamenter DEM partiyê Serhat Eren  bang li Wezareta Edaletê kir ku van pirsgirêkan tavilê çareser bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24