Li Sêwasê erebeya karkeran qulibî: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Suşehriyê yê Sêwasa ya Bakurê Kurdistanê, di encama qezeyek tirafîkî de, 3 kesan jiyanê xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro minîbûsek karkeran li navçeya Suşehriyê ya bajarê Sêwasê qulibî.

Minîbûs karker ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo berhevkirina findiqan dibirin parêzgeha Orduyê ya Tirkiyeyê.

Di qezayê de 3 karkeran canê xwe ji dest dan û 18 karker jî birîndar bûne. di nav de rewşa 4 karkeran giran e.

Hate ragihadin birîdar ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyên li navçeyê û Sêwazê hatine kirin.

Waliyê Sêwazê jî, bi daxuyaniyek nivîskî, sersaxî ji bo malbatên karkerên ku canê xwe ji dest dane xwest.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24